ÎranNûçeRojhilatanavin

Husêyînî: Idiayên li bara giravên îranî bê bingeh in

Seroka Konseya Kargêr a Îranê li Yeketiya Navnetewî ya Meclisan (IPU) got: Li ser hakimiyeta Komara Islamî ya Îranî li giravên îranî yên Ebû Mûsa, Tunba Biçûk û Tunba Mezin qet nabe mijara muzakirê.

Li gor rapora ajansanûçan a IRNA`yê, Seyide Fatime Husêyînî seroka Konseya Kargêr a Îranê li Yeketiya Navnetewî ya Meclisan li bersiva îdiayên taxima parlemanî ya Mîrnişînên Ereb (Imarat) li Civata Giştî ya IPU`yê bal kişande ser hikimdarîya Komara Islamî ya Îranî ser giravên îranî yên Ebû Mûsa, Tunba Biçûk û Tunba Mezin li Kendava Farsê û ragihand: Her îdiayek li vê barê ji aliyê her welatekî ve pûç û bê bingeh e.

Wê destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê her biryarek li ser van sê giravan dabe, gor hakimiyet û yekparçetiya axa Komara Islamî ya Îranê ye.

Wê herwisa got: Li bara Kendava Farsê û navê vê kendavê tenê belgeyên dîrokî qanûnî ne û gor belgeyên dîrokî, navê vê Kendavê jî Kendava Farsê ye.

Husêyînî herwisa got: Her cure istifadeyek çêkirî yan biryarek şaş li ser navê Kendava Farsê qet ji aliyê Îranê nayê qebûlkirin , ji ber ku xebatên wiha Neqanûnî ye û erzişa xwe ya siyasî tune û Îran dibêje bila Mîrnişînên Erebî siyasetên bêwate ku dijî xêr û qazancên welatên navçê û cîhana îslamê hatine nivîsîn, rawestîne.

Taxima parlemanî ya Îranê bona pişkdariya li civîna 139-an a Konseya îcrayî ya Yeketiya navîn parlemanî IPU`yê çûye Genevayê .

Başa dön tuşu