NûçeRojhilatanavinSûriye

Pêşdaçûna artêşa Sûrîyê li rojhilata Helebê

Bi hewldana hêzên artêşê û hêzên berxwedana Sûrîyê, devera stratejîk a Selme û du bajarokên din li rojhilata parêzgeha Helebê ketin bin kontrola hêzên sûrî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, artêşa Sûrîyê li dewama pêşdaçûna xwe ber bi çeper û baregehên têrorîstên DAIŞ`ê va, karî ku xwe bigihîne 5 kîlomêtrîya navenda pompaja avê ya Xefsê li parêzgeha Helebê.

Xefse li rojhilata Helebê, çavkanîya herî girîng a ava vexwarinê ya ava vî şarî ye ku bi destê DAIŞ`ê hatîye dagirkirinê.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji 17`ê Çileya îsal va heta niha av ser niştecihên deverên rojhilata Helebê da qut kirîye.

Artêşa Sûrîyê, nîveka meha Çileya îsal opêrasyoneke berfire li dijî komên têrorîst li rojhilata parêzgeha Helebê destpê kirîye.

Artêş û hêzên çekdar ên Sûrîyê herwiha di hefteya buhurî da, bi dehan gund û bajarok li rojhilata parêzgeha Helebê ji têrorîstên DAIŞ`ê paqij kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu