Serdar sertîp pasdar Huseyn Dihqan, wezîrê berevaniyê yê Îranê roja çarşemiyê li kêleka şeşim civîna ewlehiya navneteweyî li Moskowayê tev Raol Pênîto wezîrê berevaniyê yê Brazîlê hevdîtin û gotûbêj kir.
Serdar Huseyn Dihqan li hevdîtina tev hevtayê xwe yê Birazîlî tevî hilkolandina peywendiyên dualî, navçeyî û navneteweyî yên du welatan ji rola kêrhatî ya Brazîlê li muadilên navçeyî û cîhanî û her wiha helwestên erênî yên vî welatî li warê piştgiriya ji xebatên bi aşitî yên bernama navokî ya Îranê qedrzanî kir.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê hr wiha ser pêwîstiya behre wergirtina ji derfetên hevdengî û hevkariya du welatan li beşên curbicur tekeze kir.
Raol Pênîto wezîrê berevaniyê yê Birazîlê jî li vê hevdîtinê ser jordebirina asta hevkariyên du welatan li hemî waran, daxwaza guhestina lêzanînan û ezmûnên Îran û Birazîlê li rawestana cidî li ber terorîzmê kir.
Civîna navneteweyî ya ewlehiya Mskowayê ji îro çarşemiyê destpê bû.
Hilkolandina liv û tevgerên tekfîrî û terorîzm li Sûriyê û Yemenê û berfirehkirina wê li navçê û alugurên nû yên Rojhilata Navîn û cîhanê ji wan mêhwerên civîna navneteweyî ya Moskowayê ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)