ÎranNûçeRojhilatanavin

IAEA: Îranê xala berhemanîna madeyên navokî berçav girtiye

Yokya Amano, birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya enerjiya Atomê, li kiryara xwe ya herî nû ya li bara li bara Lihevkirina Navokî, rapora xwe ya ji 5 rûpelan da ber destê 35 endamên Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Anerjiya Atomê.

Amano di vî warî de li ser çalakî û binavahiyên navokî yên Îranê li çarçoveya Lihevkirina Navokî, piştî cihatina wê, yek ji raporên xwe yên herî kurt, weşand. Biryar e ev rapora li civîna tê ya Konseya Hakiman a Ajansê were hilkolandin.

Di vê raporê de bi awayekî fermî hat ragihandin ku Îran li gorî hevhatina navokî, asta berhemanîna Uraniyomê ya bi asta jêrîn ku 300 kîlo bûye, derbas nekiriye.

Riza Necefî, nûnerê hertimî yê Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) gotiye ku ev rapora kiryarên Îranê yên li çarçoveya Lihevkirina Navokî, piştrast kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu