ÎranNûçeRojhilatanavin

Hisên Emîrebdulahîyan: Amerîka, Rêjîma Sîyonîst û Erebistan bi pêkanîn û piştgirîya ji têrorîsmê bûne sedema bêewlehîtîyê li herêm

Alîkarê taybet li karên navnetewî yê serokê meclisa Îranê got: Amerîka, Rêjîma Sîyonîst û Erebistan bi pêkanîn û piştgirîya ji têrorîsmê bûne sedema bêewelhîtîyê li herêmê.

Hisên Emîrebdulahîyan îro li hevdîtina digel Karî Arênbêrg berpirsê karên Rojhilata Navînê û Îranê yê sêrwîsa peywendîyên derve ya YE li Têhranê bal kişand ser rewşa navçê û cîhanê û kiryarên bêistiqrarkir ên serokomarê Amerîkayê li cîhanê û got: Dezgehên ewlehîyê yên Amerîkayê gellek serokên DAIŞ`ê di rojên dawîya cengê û işkesta vê koma têrorîst li Iraq û Sûrîyê veguhestin hin baregehên leşkerî yên xwe û paşê veguhestin bakûra Efganistanê û hin deverên din li rojavaya Asyayê û bakûra Afrîqayê.

Alîkarê taybet li karên navnetewî yê serokê meclisa Îranê herwiha bal kişand ser rewşa Sûrîyê û got: Îranê ji destpêkê ve pêgirî li ser rêçareya sîyasî ji bo qeyrana Sûrîyê û niha bi işkesta DAIŞ`ê divê hêzên bîyanî ji wan ên Amerîkayê ji Sûrîyê derkevin ta ku amadekarîyên lidarxistina hilbijartinên azad bi pişkdarîya hemî gelên Sûrîyê li vî welatî bên kirin.

Emîrebdulahîyan herwiha ji ber cinayetên Erebistanê li Yemenê û xetera belavbûna têrorîsmê li başûra vî welatî rexne kir û xwest ku civaka cîhanî ji bo giritna pêşîya binpêbûna mafên mirovan li Behrêynê pêngavekê rake û YE jî bala xwe bide ser vê meselê.

Karî Arênbêrg berpirsê karên Rojhilata Navînê û Îranê yê sêrwîsa peywendîyên derve ya YE jî li vê hevdîtinê bal kişand ser rol û cîgeha Îranê di warê alîkarîya ji bo aştî û istiqrarê li herêmê û pêgirî li ser çareserkirina sîyasî ya qeyrana Sûrîyê û kutakirina karesata insanî li Yemenê kir.

Başa dön tuşu