NûçeRojhilatanavinSûriye

Piştgirîya eşîr û qebîleyên parêzgeha Helebê ji artêşa Sûrîyê

Eşîr û qebîleyên parêzgeha Helebê ragihandin ku bi merema sekinîna li hemberî têrorîstan piştgirîyê didin artêşa Sûrîyê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, 55 eşîr û qebîleyên parêzgeha Helebê li daxûyanîya dawîya kombûna “ sekinîna li hemberî destwerdana Amerîka, Fransa û Tirkîyê li Sûrîyê“ ragihandin ku ji bo sekinîna li hemberî destdirêjîya Tirkîyê û piştgirên wê nemaze Amerîka, Fransa û welatên din û terorîstan, li rex artêşa Sûrîyê li bereyekê cî digirin.

Eşîr û tayfeyên parêzgeha Helebê li vê daxûyanîyê ragihandin ku ew dê li rex artêşa Sûrîyê bi rêbertîya Bişar Esed li warê sekinîna li hemberî desdirêjîyên welatên bîyanî bin û alîkarîyê didin hêzên sûrî ku hemî axa welêt bêxin bin kontrola xwe.

Newîran Mihemed nunerê kurdên Helebê û derdora wê jî her cure hewildana ji bo destwerdana li karên Sûrîyê ret kir û got ku hemî kesayetîyên netewî yên kurd li dijî her cure pêngava ji bo perçekirina Sûrîyê ne.

Mihemed Xeyêr Deyab Maşî şêxê eşîreta Bobina û şêx Qudûr Evdilrezaq Hisên serokê tayfa Bekarê li parêzgeha Helebê jî bicihbûna hêzên amerîkî, fransî û tirk li Sûrîyê şermezar kirin û ragihandin ku eşîrên kurd û ereb piştgirîyê didin yekperçetîya Sûrîyê.

Başa dön tuşu