Wezîrê karên derve yê Iraqê berê xwe daye Sûriyê ku li hevdîtina bi serokkomar û berpirsên din ên pilebilind ên vî welatî re riyên berfirehkirina peywendî û hevkariya eskerî navbera du welatan bişopîne.
Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê vî welatî li sefereke fermî ya du rojî derbasî bajarê Şamê, paytexta Sûriyê bûye.
Ceferî li sefera xwe ya Şamê tev Beşar Esed srokomarê Sûriyê û berpirsê din ên pilebilind ên vî welatî hevdîtinê pêk tîne da ku rewşa ewlehî û siyasî ya navçê û berfirehkirina peywendiyên navbera her du welatan hilkolin.