Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku sedî 70 yê axa vî welatî hatiye azadkirin û got : Iraqê ji qonaxa krîzê derbasî qonaxa serketinê bûye û DAIŞê tu riyek xêncî revînê tine.
Îbrahîm Ceferî wezîrê karên dreve yê Iraqê li axiftina xwe li civîna gotûbêjên deryaya Medîteranê li Romayê got: Iraq pêşengê rawestana li hember terorîzmê ye û ev şera şerekî cîhanî ye ku li Iraqê destpê nebûye û ticarî jî li Iraqê bi dawî nayê. Em ji ti welatekî daxwaza şandian hêzên eskerî nekiriye belkî eskerên me yên wêra berevaniya Iraqê kirin. Me tenê daxwaza piştgiriya siyasî , medyayî û însanî kir.
Ceferî diyar kir: Bêtifaqiya welatan li bara mesela terorîzmê bûye sedem gihêştian bo hevhatina li bara hevkariay li dijî terorîzmê dijwar bibe. Hin kes grûpên mîna Cebhet-Ul-Nusreyê li Sûriyê grûpek dizanin ku jibo azadiay xwe şêr dike lê vê grûpê peywendiya xwe tev El-Qaidê qut kir û hewl da bi guhertina navê xwe raya giştî bixapîne lê ev grûp di koka xwe de hemî yek in û siyaseta wan jî destdirêjiya ser mafên mirovan e.
Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Iraqê îro karî li navçên curbicur serketinên zav bidest xîne. Wezareta karên derev ya Iarqê dîplomasiya arwestana li ber terorîzmê bi welaketa ji cîhanê bigre ber xwe û tekez dike ku Iraq an îslam berpirsê pêkhatina DAIŞê nînin.
Wî tekez kir: Hêzên me sedî 70 yê axa me ji destê DAIŞ`ê paqij kirin. DAIŞê êdî tu derbasgeheke sînorî tine û asta derbasbûna terorîstên biyanî nav vî welatî sedî 60 kêm bûye.
Ceferî tekez kir: Ji dema ku jibo operasyona Mûsilê me plan û bername darêştin me qonaxa piştî azadiyê jî berçav girt. Bernama me sê mêhwerên wê hebûn ya yekê pêkanîna reşê jibo azadkirina Mûsilê, paşê derbasbûna nav şêr û operasyona paqijkirinê û qonaxa dawiyê jî piştî azadkirina Mûsilê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)