IraqNûçeRojhilatanavin

Îbrahîm Ceferî: Iraq derbasî qonaxa jinûveavedankirinê bûye

Wezîrê karên derve yê Iraqê, li hevdîtina bi mîrê Qeterê li Duhê, got: Iraq ji qonaxa şerrê bi terorîsmê re derbes bûye û derbasî qonaxa jinûveavakirinê bûye.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê Ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê (WAI) ragihand li gorî daxuyaniya wezareta karên derve ya Iraqê, Îbrahîm Ceferî, roja îniyê bi Şêx Temîn bin Hemed Alê Sanî, mîrê Qeterê re hevdîtin pêk anî û herwiha ragihand: Iraq çavlirê ye welatên dost di warê jinûveavakirinê de alîkariya Iraqê bikin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê, destnîşan kir: Iraq welatek bi çavkaniyên curbicur ên heyîtiyan e lê jiber gefên ewlehiyê, şerrê dijî terorîsmê û pirsgirêka heyî ya liser kêmbûna bihaya niftê û xercê şerrê bi DAIŞ`ê re di rewşeka nebaş da ye.

Ceferî herwiha liser berfirehkirina hevkariyên dualî yên di navbera Iraq û Qeterê de pêgîrî kir û herwiha got: Iraqê bi welatên navçê û cîhanê re peywendiyên taybet hene û bona dabînkirina ewelehî û aramiyê li navçê û xurtkirina hevkariyan bi hemî welatên cîhanê re hewl dide û nakeve ber siyasetên pêkanîna bereyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu