Wezîrê karên derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî got: Dewleta Iraqê bi caran bi zelalî diyar kiriye ku Iraq hewcedarê hêzên biyanî û bargehên leşkerî yên biyanî nîne.
Wezîrê karên derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî şeva çûyî li bernama siyasî ya `Bê Sînor`a Kanala Dudiyan a Îranê got: Dewleta Iraqê derheq her mihane û gumanek ku bibe sedema mayîna hêzên biyanî li vî welatî de bi endîşe ye.
Wezîrê karên derve yê Iraqê li ser şêwaza beşdariya welatên curbicur li avakirina Iraqê jî got: Ev derfet ji bo gişt welatan heye û dewleta Iraqê hewldide derfetên pêwîst ji bo welatên ku hez dikin beşdarî avakirina Iraqê bibin pêk bîne.
Îbrahîm Ceferî şerê Iraqê li dij koma terorîst a DAIŞê şerek ji aliyê gişt cîhanê da zanîn û got: Li vê çarçovê de welatên cîhanê wezîfedar in ku li kêleka Iraqê bibin û hevkariya wê bikin û bi beşdariya xwe li avakirina Iraqê rastbêjî û niyeta xwe ya rastîn nîşan bidin.
Wezîrê karên derve yê Iraqê li bara liv û tevgerên komên terorîst li ser sînorên hevpar ên Iraqê tev welatên Îran û Tirkiyê jî got: Iraq li gor siyaseta cinarteiya baş îznê nade ti komekê ku li dij welatên cînar bixebite.
Ceferî li bara mudaxileya hin welatan yên wek Amerîka û Erebistanê ji bo girankirina krîz û aloziyan li navçê de bi taybet li Yemenê de got: Mudaxileya li Yemenê karekî pir şaş bû û ev kara qet nayê pînekirin û divê qedera gelê Yemenê bispêrin vî gelî bi xwe.
Wezîrê karên derve yê Iraqê biryara Amerîkayê ji bo birina balyuzxana xwe bo Qudsê got: Ev kiryara bê hurmetiya li Qudsê û mizgevta Eqsayê ye û ev bê hurmetiya ne bi tenê li gelê Filistînê û ereban an ji misilmanan e, belkî eva binpêkirina mafên gişt mirovan tê hesabê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)