ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îbrahîm Ceferî: “Iraq tevlî bereya dijî Îranê nabe“

Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand ku Bexda siyasetên dijî Îranê ret dike û nakeve nav vê bereyê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Îbrahîm Ceferî li bersiva pirseke rojnama ABC`a Spaniyayê li ser vê yekê ku Trump li Rojhilata Navînê bi dû viya ye ku bereyeke nû dijî Îranê ava bike û gelo Iraq jî dikeve nav vê bereyê got: “Iraq qet nake nav van cure siyasetan“.

Wî bal kişande ser peywendiyên kûr ên Cuxrafiyayî, dîrokî, civakî û yên din di navbera Îranê û Iraqê de û ragihand; “Îranê qet êrişî ser axa me nekiriye, lê Tirkiye ketiye nav 110 kîlomitriya axa me û li Beşîqê li bakûra rojhilata Iraqê hêzên xwe yên eskerî bi cih kirine û me ev yeka bi caran mehkûm kiriye, lê dîsa jî peywendiyên me û Tirkiyê hîn jî berdewam in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu