İslami Davet Kurdi Bange İslami

Îbrahîm Ceferî: Koça dawiyê ya ayetullah Refsencanî, ziyanek jibo tevgerên înqilabî ye

Wezîrê karên derve yê Iraqê, emrêxwedêkirina serokê Civaka Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îslamî ya Îranê, ziyanek jibo tevgerên înqilabî da zanîn.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a AL ALAM`ê, Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê, îro li kêleka rêûrisma rakirin û oxirkirina meytê ayetullah Haşimî Refsencanî, serokê rehmetî yê Civaka Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îslamî ya Îranê, bal kişand ser helwêstên wî yên inqilabî û got, ayetullah Haşimî Refsencanî, hertim piştgirê tevgerên înqilabî bû.

Taxima payebilind a ku ji aliyê dewleta Iraqê va jibo beşdariya li rêûrisma rakirin û oxirkirina serokê rehmetî yê Civaka Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê, seredana Îranê kiriye ji wezîrê werziş û ciwanan, wezîrê çandê û wezîrê ceryana Iraqê û Emar Hekîm, serokê Hevalbendiya Neteweyî ya vî welatî pêk hatiye.

Ji ber koça dawiyê ya ayetullah Haşimî Refsencanî, serok û rayedarên payebilind ên welatên navçê û navçeyên din ên cîhanê, hin peyaman jibo sersaxîdayîn û nîşandayîna hevxemiya bi dewlet û gelê Îranê, şandine.

Ayetullah Ekber Haşimî Refsencanî, serokê Civaka Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê û yek ji pêşengên Înqilaba Îslamî, ji ber nexweşiya dil, yekşemiyê bi şev koça dawiyê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version