Serokê Komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclîsa şêwra Îslamî ya Îranê û wezîrê karên derve yê Iraqê riyên berfirehkirina peywendiyên dualî û alugurên navçê hilkolandin.
Elaedîn Brucerdî serokê komsîyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclîsa Îranê roja înê li hevdîtina tev Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li Bexdayê got : Ji ber peywendiyên stratejîkên du welatan divê peywendiyên ticarî û aborî navbera du welatan berfireh bibe.
Birucerdî her wiha bal kişand ser encamên hevdîtina xwe ya vê dawiyê ji Sûriye û Lubnanê û civîna pêşerojê ya AStana Qezaqistanê weke pêngaveke giring jibo çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê da zanîn.
Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derev yê Iraqê jî li vê hevdîtinê cardinê bi munasibeta wefata ayetullah Haşêmiyê Refsencanî serokê civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê serxweşî da û got : Peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê li riyeke rast û berbipêş de ye.
Her wiha vexwendinnama serokê meclîsa şêwra Îslamî ya Îranê jibo beşdariya li civîna navneteweyî ya Filistînê li vê hevdîtinê raberî wezîrê karên derve yê Iraqê hatkirin.
Taxima parlemanî ya Îranê bi serokatiya Birucerdî ser deweta parlemana Iraqê jibo beşdariya li civîna gotûbêja Bexdayê û siberoja Iraqê piştî DAIŞ ku sibê 14 Çillê tê li dar xistin sefera vî welatî kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)