IraqNûçeRojhilatanavin

Îbrahîm Ceferî: Plana Trump komployeke nû li dijî welatên navçê

Wezîrê karên derve yê Iraqê diyar kir: Guhestina balyzoxana Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsa Şerîf komployeke din li dijî welatên navçê û hakimiyeta wan bi awayê giştî û Beytulmuqedesê bi awayê taybet e.

 Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li gotûbêja taybet tev  Îran Pressê teqez kir: Quds ne tenê mesela Filistînê, belkî mesela  hemî welatên  erebî, Îslamî û azadîxwazên cîhanê ye û Iraq tevî piştgiriya ji Filistînê û Beytulmuqedesê ji kiryarên ku li dijî biryara  serokkomarê Emerîkayê li bara Qudsê cih tê, pêşewaziyê dike.

Îbrahîm Ceferî bal kişand ser planên navçeyî û navneteweyî jibo êrişa ser hewdengiya  siyasî, olî û neteweyî ya Iraqê û serê axir parvekirina  vî welatî destnîşan kir: Dewleta vî welatî hewldana xwe jibo parastina  yekitî û yekperçetiya neteweyî weke  tenê riya  sekinîna li hember komployan  didomîne.

Wezîrê karên derve ya Iraqê li bara avedankirina   xopanên  li encama  şerê li hmber terorîstên tekfîrî li Iraqê got: Divê ev welata  ji aliyê iraqiyan were avakirin lê ji ber rewşaniha  û xerca giran a eskerî, mesela avedankirina Iraqê tev piraniya welatên cîhanê hatiye hilxêsitin.

Ceferî her wiha got: Piraniya  welatan  ji hevkariya li avedankirina  Iraqê pêşewazî kirine ji ber ku  ev hevkariya  ne tenê ser qezanca Iraqê belkî dê ji bo van welatan bixwe jî berjewendiyên aborî hebe.

Başa dön tuşu