NûçeRojhilatanavinSûriye

Îran tenê hêza navçê ji babeta mûşekî û hewa-esmanî ye

Mişêwirê qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî got: Îran ji babeta hêzên deryayî, bejayî, mûşekî û hewa-esmanî tenê hêza bi qawet û karîn li navçê ye.

Li gor rapora IRIB Newsê, Serdar Sertîp Nesrullah Fethiyan Mişêwirê qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî li gotinên xwe yên duh pêncşemê li Îsfehanê li navenda Îranê bal kişande ser viya ku pêşketinên Îranê li babeta nano û navokî ji hegerên zêdebûna pîlanên dijminan dijî gelê Îranê daye zanîn û got: Hertim Amerîka û rojava li dijî pişkên berevaniya Îranê bûne û bi kerb û kîn berê xwe dane van pêşketinên Îranê.

Mişêwirê qumandê giştî yê Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî  herwisa qudreta navçeyî ya Komara îslamî ya Îranê ji hegerekî dine torebûna Donald Trump serokkomarê Amerîka daye zanîn.

Li halê ku dijminên Komara îslamî ya îranê propagandeyên dijî karayiya eskerî ya welêt kirine pilanek dijî Îranê karbidestên Komara îslamî ya îranê bicaran ragihandine, ev karayiya eskerî û mûşekî tenê ji bo berevaniya welête û Îran ji bo pêşxistina karayiya xwe ya eskerî ji tu welatek îznê vernagire û li vê barê tev tu aliyekê gotûbêjê nake .

Başa dön tuşu