Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Iraqê niha peywendîyên baş bi hemî cînaran ji wan bi Îranê re hene.
Ibrahîm Ceiferî li hevpeyvîna tev kanala Rûsîya El Yewmê (Rusiya Al-Yaum) bal kişand ser hewldana delweta vî welatî ji bo çêtirkirina peywendîyên digel welatên navçê nemaze yên digel cînaran û got: Me bi 4 welatên ereb ên cînarê xwe ango Erebistan, Kuweyt, Urdin û Sûrîyê re jî peywendîyên baş hene li halekî ku Erebistan û Sûrîyê têkilîyek bi hev re tinene.
Ceiferî bal kişand ser hegerên ku dewleta Iraqê dixwaze peywendîyên digel Îranê qahîm bike û got: Îran berovajî hin welatên navçê ji dema têkçûna rêjîma berê (rêjîma Sedam) va heta niha di her halî de piştgirîya Bexdayê kirîye û li têkoşîna dijî têrorîsmê jî gellek alîkarîya Iraqê kirîye.
Wezîrê karên derve yê Iraqê wek berteka li hemberî pêkanîna hin hevalbendîyên navçeyî jî got: Dewlet û gelê Iraqê ji bo kêfxweşîya hin alîyan hazir nînin ku li hevalbendîyên bi vî cureyî ku li dijî welatên din ên navçê hatine sazkirinê, pişkdarîyê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)