IraqNûçeRojhilatanavin

Îbrahîm El-Ceferî: Qasim Silêmanî misteşarê eskerî li Iraqê ye

Îbrahîm El-Ceferî wezîrê karên derve yê Iarqê pêgirî kir ku serdar Qasim Silêmanî misteşarê eskerî yê Îranê li Iraqê ye û ser îzna dewletê û bi vîzeyê çûye Iraqê.

Li gorî rapora IRIB News`ê û ji zarê malpera wezareta karên derve ya Iraqê, Îbrahîm El-Ceferî wezîrê karên dreve yê Iarqê ku sefera Urdinê kiriye li civîna rojnamevaniyê li Emanê li bersiva pirsekê derheq vê yekê ku helwêsta wezareta karên derve ya Iraqê li hember gotinên balyozê siûdî li Bexdayê li bara çûyîna Qasim Silêmanî bo Iarqê çî ye, got: Li bara balyozan divê ez bibêjim ku ew hemî li Bexdayê mêvanê me ne û divê haya wan ji qanûn û qayîde û qirarên karê dîplomatîk hebe. Mafê wan tine li karûbarên navxweyî yên welêt mudaxilê bikin lê li bara Qasim Silêmanî divê bibêjim ku ew misteşarê eskerî yê dewleta Iraqê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu