İslami Davet Kurdi Bange İslami

Îdama 36 kes ji tawanbarên cinayeta Spaykerê

Ser hukma teşkîlata dadweriyê û piştrastkirina serokkomarê Iarqê 36 kes ji tawanbarên cinayeta spaykerê li zindana El-Nasiriyê ya Iarqê hatin îdamkirin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya El-Alamê, 36 kes ji tawanbarên cinayeta Spaykerê ku li sala 2014`an  zêde ji 1700 kes ji welatiyên Iraqê kuştibûn li zindana  El-Nasiriyê ya Iraqê hatin îdamkirin.

Li gorî vê raporê, cihanîna hukmên  tawanbaran bi beşdariya Heyder El-Zamulî wezîrê dadweriya  Iarqê û bi dehan kes ji malbatên  qurbaniyên iraqî cih hat.

Wezareta dadweriyê ya Iarqê bi daxûyaniyekê ragihand ku hukma îdama  van kesana wextekê hat dayîn ku  dadwer gihêştin vê baweriyê  û dadgheha venihêrîna  federal û serokkomariya  welêt jî ev piştrast kirin.

Tê destnîşankirin ku li cinayeta Spaykera Iraqê terorîstên tekfîrî-siyonîstî yên DAIŞê nêzîkî hezar û 700 xwendekarên vê navenda esmanî şehîd kirin lê hêzên ewlehiyê yên Iraqê zûka karîn ku bi dehan kes ji sebekarên  vê cinayetê bigrin û bispêrin destê sîstima dadweriya welêt.

Exit mobile version