Îdamkirina bi dehan kesên sivîl li Mûsilê ji aliyê DAIŞ`ê va

Komîsiyona mafê mirovan a parlemana Iraqê ragihand ku terorîstên DAIŞ`ê li nav bajarê Mûsilê bi dehan kes ji xelkê sivîl îdam kirin.
Li gor rapora ajansa Sûmiriye News`ê, Ebdulrehîm El-Şemerî serokê komîsiyona mafê mirovan a parlemana Iraqê îro şemiyê ragihand, endamên grûpa terorîst a DAIŞ`ê 100 kesên sivîl ku rehîn girtibûn li bajarê Mûsilê li bakûra vî welatî îdam kirin.
Ebdulrehîm El-Şemerî destnîşan kir ku grûpa terorîst a DAIŞ`ê bona tirsandina xelkê Mûsilê dest bi cinayetên wiha dike.
El-Şemerî ragihand ku bona rizgarkirina xelkê parêzgeha Nêynewayê û bajarê Mûsilê ji destê terorîstan, pêwîst e ku operasiyona azadkirina Mûsilê bi lezgînî ber bi pêş biçe.
Li gorî nûçeyekî din hêzên gelanî yên Iraqê karîn îro şemiyê jî 10 gundên derûdora Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê rizgar bikin.
Hêzên gelanî yên Iraqê bona derbelêdana li terorîstên DAIŞ`ê ji navça Qeyarê li başûra Mûsilê ber bi Teleferê wekî veşartgeha terorîstên DAIŞ`ê va birê dikevin (BANGÊ ÎSLÂMİ).