IraqNûçe

Azadkirina navçeya Hey El Senaiyê li rojhilata Mûsilê

Hêzên têkoşîna li hemberî têrorîsmê yên Iraqê karîn navçeya Hey El Senaiyê li rojhilata Mûsilê ji bin dagirkeriya têrorîstan azad bikin.

Li gorî rapora Fars News`ê, li opêrasiyona azadkirina navçeya Hey El Senaiyên li nêzikî El Kerameyê hejmareke çek û alavên leşkerî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê hatin jinavbirin û çend kargeh û navendên pêşeyî jî ketine bin kontrola hêzên iraqî.

Li vî halî rayedarên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku di encama teqîna du erebeyên bombekirî li rojhilata Mûsilê 18 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.

Li gorî gotina Mihemed El Cebûrî ji fermandarên leşkerî li Mûsilê, teqîn li nêzikî taxa azadbûyî li perrava rojhilata bajarê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê qewimiye.

Opêrasiyona azadkirina Mûsilê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê ji berbanga roja 17`ê Cotmeha 2016`an va ji şeş aliyan va dest pê bû. Hêzên iraqî di heyama du mehên buhurî da karîn ku bi dehan gund û bajarokan ji destê DAIŞ`ê derxînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu