CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Îdiaya Trumpê ji bo gotûbêja bi Îranê re

Donald Trumpê Serokomarê Amerîkayê di konferansa nûçeyî ya hevpar digel serokwezîrê Japonyayê li Tokyoyê careke din îdia kir ku waşîngton amade ye ku bi Têhranê re jibo çareserkirina kêşeyan gotûbêj bike.

Li gorî rapora France Pressê, Donald Trumpê Serokomarê Amerîkayê di civîna hevpar a çapemeniyê digel Şênzo Apê, serokwezîrê Japonyayê, li Tokyoyê wek bersiva bo pirsa nûçegihanan derbarê hitmala navcîtiya Japonyayê navbera Îranê û Amerîkayê de jibo gotûbêja du welatan, got: Japonyayê têkilliyeke pirr baş tev Îranê heye û dikare di vî warî de rola xwe hebe.

Trump îdia kir ku wî di vî warî de tu kêşeyek tuneye û li ser vê bawerê ye ku Îran dixwaze bi Amerîkayê re gotûbêj bike û loma amerîkî jî dixwazin ku gotûbêj bikin.

Ev îdiaya Amerîkayê ya derbarê destpêkirina gotûbêja bi îranê re li halekî ye ku vî welatî bi derketina ji Lihevkirina Atomî boykotên li dijî Îranê girantir kirine û bi berfirekirina hebûna xwe ya leşkerî li navçeya Kendava Farsê bûye sebeba qeyran û bêewlehîtiyê li navçeyê.

Seyid Ebas Mûsewî, berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê jî vê dawiyê got ku li gorî bêsozî û zorbêjiya Amerîkayê riya her cûre gotûbêjekê tev vî welatî girêdayî ye.

Başa dön tuşu