ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê Têhranê: Dijmin dê sîleyeke qahîm bixwen

Pêşnimêjê demkî yê Têhranê destnîşan kir: Gefên Emerîkayê li dijî Îranê û hevrêtiya hin rejîmên navçê, Îranê lawaz nake ji ber ku ger ew bikevin nava şêr, dê işkestê bixwen û ji nav herin.

 Ayetullah Muhemedelî Muwehidiyê Kirmanî li xutbên nimêja îniyê ya vê heftiyê li Têhranê, bal kişand ser vê yekê ku niha Emerîka li dû hevrêkirina Ewrûpa, Erebistan û Rejîma Îsraîlê li dijî Îranê ye û got: Îrana Îslamî xurt û bi hêz e û dê li hember dinyaya îstikbarê raweste. Pêşnimêjê demkî yê Têhranê xitabî Emerîka û cîhana Îstikbarê raghand: Îran rawestaye û bi hêz e û bi gefên wan lawaz nabe.

Wî her wiha  destnîşan kir: Îslam li hember kufrê sekiniye û Îran şanaziyê dike ku alaya Îslamê hilaniye.

Ayetullah Muhemedelî Muwehidiyê Kirmanî  destnîşan kir: Emerîkayê û hevpeymanên wê divê bizanin ku her çi qasî li hember bereya heqê bisekinin û gefê bixwen, dê sîleyeke  qahêm bixwen.

 

Başa dön tuşu