CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Mossadê yê berê: Netanyahu di sala 2011an de emrê şerê li dij Îranê da

Serokê Serwêsa îstixbaratê ya Îsraîlê (Mossad) yê berê Tamir Pardo ragihand ku “Serokwezîr Netanyahu di sala 2011an de li Artêşa Îsraîlê emir kir ku di nava 15 rojan de tevdîra êrîşkirina Îranê bibînin.”

Tamir Pardo di bernameya televîziyonê ya bi navê Ovda de pirsên rojnamevan Ilana Dayan bersivandin. Pardo di derbarê Netanyahu de gotinên balkêş kirin. Pardo da zanîn ku “Netanyahu di sala 2011an de li Artêşa Îsraîlê emir kir ku di nava 15 rojan de tevdîra êrîşkirina Îranê bibînin, ev emir li min ecêb hat. Tu serokwezîrekî bela sebeb emrekî wiha nade, di meselê de henek ne mumkun e.”

Tamir Pardo di derbarê mijarê de axaftina xwe wiha domand: Piştê ku Netanyahu vê emrê da min dest bi lêkolînê kir da ku ez hîm bibim bi rastî jî Netanyahu dikare emrekî wiha bide. Ez li hiqûqnasan û serokên Mossadê yên berê geriyam. Lewra divê min baş bizaniba ka berpirsiyarî ya kî, ger pilana te serkeftî nebe wê hesabê vê ji kî were xwestin.

Serokê berê yê Mossadê Tamir Pardo di sawiyqa axaftina xwe de anî ziman ku “di rewşekê wiha de du rê li pêşiya we heye, ya hûn ê emrê bi cih bînin yan jî û wezîfê bihêlin biçin.”

Başa dön tuşu