Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hevpeyvîna xwe ya digel rojnameya Le Figaro ya Fransî de, diyar kir ku ti delîlek nehatîye peydekirin ku rêveberîya Beşar Esad li Sûriyê çekên kîmyewî bikar anîye.
Pûtîn ji Le Figaroyê re da xuyakirin ku wan ji şirîkên xwe yên Amerîkî re pêşnîyar kiriye pişkinînê li balafirgeha ku tê îdiakirin balafirên Sûriyê jê rabûne û çekên kîmyewî bikaranîne û got, ‘Navgînên kontrolê yê modern dikaribûn teqez şopa çekên kîmyewî tesbît bikin.’
Serokê Rûsyayê wiha got: “Bi ya min ji bo ku li hemberî Esad çalakîyên leşkerî jî di nav de tedbîrên din bisepînin kirin hincet ji xwe re.”
Pûtîn diyar kir, “Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji alîyê Esad ve ti delîl tune ne. Û em, bawer dikin ku ev provokasyon e. Esad ev çek bikar neanî.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)