ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li hevdîtina tev serokkomar û endamên taxima dewletê

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamiya Îranê, berêvariya çarşemiyê li hevdîtina meha Remezanê ya tev serokkomar û endamên taxima dewletê, çend hikmetên Nehculbelaxê şirove kirin.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamiya Îranê, bal kişand ser gotineka hezretê Emîrelmuminîn Elî (S) li bara çawaniya karê di rewşa fitn û komployan de û got: Hezretê Elî (S) şîret dike ku di rewşa fitneyê de ku cidakirina heq û batilê ji hevdu ji bo xelkê pirr dijwar dibe, divê bi awayekî kar were kirin ku tu qazancek negihîje fitnekeran.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamiya Îranê, destnîşan kir: Di rewşa fitneyê de wekî bûyerên di sala 2009`an, nabe ku gotin, bêdengî, kiryar û heta nihêrîn, bibin sedema xurtbûna fitneyê.

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî, herwiha got: Helbet, mimkin e ku hin kes ji ber nihêrînên xwe yên taybet, nexwezin ku bi awayekî webirr û aşkera li hember fitneyê bisekinin, lê nabe ku ew jî li ser qazanca fitneyê, were bikaranîn.

Wî bal kişand ser hikmetekî din ê hezretê Elî (S) li Nehculbelaxê, yanê mijara nihêrîne bi tema li berpirsyariyê ji bo bidestxistina heyîtî û serpişkiyên taybet û got: Nihêrîneka wiha li berpirsyariyê ku di rastiyê de emanetek e, dê bibe sedema biçûkbûna mirovan.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamiya Îranê, her di vî warî de, bal kişand ser mijara vê dawiyê ya miaşên zaf û pêgîrî kir: Mijara miaşên pirr zêde, di rastiyê de êrişa li ser nirxan e, lê bila hemû bizanibin ku ev mijar kêm mînak in û para zêde ya birêvebirên welêt, kesin baş in lê her ev hejmara kêm jî, pirr nebaş e û divê bi hetim bikevin bin lêpirsînê.

Wî bal kişand ser fermana serokkomarê welêt ji bo alîkarê xwe yê yekem, bona şopandina mijara lêkolîna miaşên zaf û destnîşan kir: Nabe ku ev mijar, bi derbasbûna demê ji bîr bibe, belki divê bi hetim bi awayekî cidî, were şopandin û encamên wê ji bo xelkê were ragihandin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, herwiha bal kişand ser hikmetekî din ê hezretê Elî (S) li Nehculbelaxê û got: Divê hertim haya me ji zimanê me hebe, ji ber ku gelek pirsgirêkên mirovan, ji zimên in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu