Alîkarê serokkomarê Emerîkayê li sefera Filistîna dagirbûyî li Kênêst, parlemana Rejîma Siyonîstî axift û hin îdia li dijî Îranê xistin rojevê.
Li gorî rapora El-Alemê, Mayk Pêns, alîkarê serokkomarê Emerîkayê ku ji bo hevdîtina tev rayedarên Siyonîstî sefera Filsitîna dagirbûyî kiriye, Îro duşemiyê bi amadebûna li parlemana Rejîma siyonîstî axift. Di dema axiftina alîkarê serokkomarê Emerîkayê de nûnerên ereb bi bilindkirina wêneya mizgevta Eqsayê tev nûnerên siyonîst li Kênsêtê ketin pevçûnê û pişt re ji civînê derketin.
Pêns li parlemana Îsraîlê got: Emerîka dê bi Îsraîlê re hevkariyê bike ku pêşiya Îranê raweste. Wî îdia kir ku Îran li halê berfirehkirina bernama mûşekî ye.
Mayk Pêns, alîkarê serokkomarê Emerîkayê hevhatina navokî weke karesatekê bi nav kir û got: Emerîka dê êdî vê hevhatinê piştrast neke û her hevhatin neyê sererastkirin dê Emerîka jê derkeve.
Mayk Pêns, alîkarê serokkomarê Emerîkayê her wiha bal kişand ser vê yekê ku Waşengton li kêleka Telavîvê ye û ser helêwsta Emerîkayê li ragahndina Qudsê wek paytexta Rejîma Îsraîlê teqez kir û li bara avakirina avahiya balyozxana Emerîkayê li vî bajarî heya dawiya 2019an agahî da.
Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî jî li parlemana vê rejîmê bi dubarekirina îdiayên pûç li dijî Îranê îdia kir: Îsraîl dê hemî hewldana xwe ji bo rawestandina bernama xwe ya navokî kiriye. Wî her wiha cardinê biryara Emerîkayê derheq raghandina Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîstî spasî kir û wê şibê daxûyaniya Balfor da zanîn. Nêtanyahû got: Hevkariya ewlehiyê tev Emerîkayê li warên curbicur tu carî ewqas bi hêz nebûye.