AsyaNûçeRojhilatanavin

Îlham Aliyev hevsera xwe wekî Cîgira Serokomar bijart

Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev jina xwe Mehriban Aliyeva li gorî biryara referanduma sala borî wek Cîgira Serokomar a yekemîn bijart.

Nivîsgeha Serokomariya Azerbeycanê ragihand ku Îlham Aliyev li gorî madeyên qanûna Destûra Bingehîn a vî welatî jina xwe Mehriban Aliyev weke Cîgira Serokomar a yekemîn a vî welatî bijart.

Herwiha wezîfeya Aliyev a Konseya Ewlehî ya Azerbeycanê jî hate bidawîkirin.

Di referanduma 26ê Îlona 2016an de hinek madeyên Destûra Bingehîn hatibûn guherandin. Ji sedî 86.6ê dengdêran dengê erê dabûn û rê li ber Aliyeva ji bo Cîgîra Serokomar vekiribûn.

Li gorî Destûra Bingehîn tayînkirin û ji wezîfestendin ji terefê serokomar ve tê kirin. Dema ku serokomar ne amade be hemû desthilatiyên wî ji aliyê cîgira yekemîn a wî têne cihbicih kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu