ÎranNûçeRojhilatanavin

Sekinîna rêberê Cihana Îslamî ser çareseriya pirsgirêkên xelkê başûrê Îranê

Rêberê mezin ê rêberê Cihana Îslamî bal kişand ser pirsgirêk û xisarên giran ên xelkê başûrê Îranê ji ber lehî û toz û gemariyê û xwest ku ji bo jinavbirina van pirsgirêkan û cebirandina xisarê hanê divê ku rayedarên welêt bi hevkariya xelkê gavên cidî rakin .

Rêberê mezin ê rêberê Cihana Îslamî Hz. ayetullah uzma Xamineyî vê sibehê li despêka civîna dersa Fiqha Xaric bal kişand ser pisgirêkên xelkê başûrê Îranê ji ber lehî û toz û gemariyê ku berî vê yekê wêneyên wan dîtine û got: Lehî sosretî û xisareke giran eû gelek zirar û ziyan ji bo xelkê û malbatên wan pêk anîne û alîkariya bo xelkê ziyandîtî yê başûrê Îranê ji ber lehiyê wezîfe û karekî pêwîst e.

Rêberê mezin êrêberê Cihana Îslamî pirsgirêkên van rojana yên xelkê parêzgeha Xûzistanê û qutbûna av û cereyan û wesayîtên pêwendiyê  ser wan li hewaya wê demê ya sar mînakek din ji pirsgirêkên dijwar û diltezîn da zanîn û got: Rayedarên welêt wezîfedar in van pirsgirêkan nehêlin.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî bi bîr xist: Heke kesek li fikra xelkê bibe nikare ji ber pirsgirêkên dijwar ên xelkê parêzgeha Xûzistanê bi xemsarî derbas bibe û dilê wî hêsa û rahet bibe û bi rastî eva wezîfa lezgîn û hertimî ya hikûmetan e ku li fikra xelkê xwe bibin.

Rêberê mezin ê rêberê Cihana Îslamî herwiha hin kes ku dewsa çareseriya pirsgirêka tozê wê davêjin ustiyê rayedarên berî xwe bi şidet rexne kirin û got: Raste ku ji bo çareseriya hin pirsgirêkan  demeke dirêj pêwîst e, lê ev gotina ku rewşa niha ji ber xemsariya yên berê pêk hatiye, têrê nake û pirsgirêkê ji holê ranake û piştî vê yekê yên din jî wê li bara rayedarên vê demê vê gotinê bibêjin ku çima ji bo çareseriya vê pirsgirêka xelkê karek nekirine.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî herwiha got: Divê gişk pirsgirêk û dijwariyên jiyana xelkê bibînin û his bikin û ji bo çareseriya wan bixebitin û fikrekê bikin û bi xelkê re hevderdî û hevdiliya wan hebe.

Li gor raporên van rojana belav bûne ji ber baranên tund ên vê dawiyê li parêzgehên Loristan, Îlam, Kirmanşan, Faris, Xûzistan, Çarmehal û Bextyarî, Hemedan û Kurdistanê lehî rabûye û av ketiye nav malên xelkê û ji wan re gelek xisar û pirsgirêk pêk anîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu