ÎranNûçeRojhilatanavin

ÎMAM ELÎ XAMENEÎ: BİJAREYÊN AMERÎKAYÊ Jİ BER SEROKOMARÊ WELATÊ XWE ŞERMÊ DİKİN

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî bal kişand ser gotinên sivik, kêmaqilane û tam nerast ên serokomarê Amerîkayê li Civata Giştî ya NY û tekez kir: Ev gotin ne encama hêz û qawetê, belkî encama hêrsbûn, asêbûn û aqilsivikîyê ne.

Hezretê ayetulah Xaminêyî îro li hevdîtina digel serok û endamên Civata Şarezayên Rêvebirîyê “pêşketina roj bi rojê ya nizama islamî li meseleyên navçeyî û cîhanî“ yek ji hegerên sereke yên hêrsbûna xêrnexwazên gelê Îranê zanî û got: Gotinên Donald Trump serokkomarê li Civata Giştî ya NY sedema fexrê ji bo gelê Amerîkayê nebûn û divê bijareyên Amerîkayê, ji ber van gotinan û serokomarekî bi vî rengî şermê bikin ku wan ev hesta xwe ya şermkirinê anîne zimîn jî.

Rêberê giranqedir ê inqilabê tekez kir: Amerîkîyan ji çend salan berî niha ve plan ji bo devera rojavaya Asyayê hebûn û navê wê jî danîbûn Rojhilata Navîn a Nû yan Rojhilata Navîn a Mezin û Iraq, Sûrîye û Libnan jî sê mêhwerên sereke yên vê planê bûn lê li her sê welatên hanê jî tûşî işkestê bûn.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Lê niha rastîyên herêmê bi cureke din in ji ber ku wan nekarîn li Libnanê karekî bikin, li Iraqê encama tam bilekis bi dest xistin û li Sûrîyê jî tevî cinayetên berfire yên Amerîkayê û hevgirtîyên wî û kuştina gelê Sûrîyê û piştgirîyên berfire ji komên têrorîst, niha DAIŞ giheştîye dawîya rêya xwe û komên têrorîst ên wek Cebhetunusrê tenê mane.

Wî herwiha got: Hebûn û bandora Komara Islamnî ya Îranê pêşî li serêxwegirtina plan û daxwazên Amerîka û Rêjîma Sîyonîst li deverê girîtye, hema ev yeka hegera hêrsbûna wan e.

Berî axavtina rêberê giranqedir ê inqilabê, ayetulah Cenetî serokê Civata Şarezayên Rêvebirîyê helwestên inqilabî yên rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî sedema dilgermîya gel zanîn û got: Inqilabîbûn şertê serketinê ye û heke em inqilabî nebin, encamek bi dest nakeve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu