EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Îmam Elî Xameneî: Hedefa Amerîka ji şandina DAIŞ`ê bo Efxanistanê

Rêberê mezine umeta îslamê bilî diyarkirina mixabiniya xwe ya kûr ji ber kuştina xelkê bê gunahe Efxanistanê li kiryarên terorîstî yên vê dûmahîkê ragihand: Hedefa Amerîka ji şandina terorîstên DAIŞ`ê bo Efxanistanê , qanûnî nîşandana hizûra xwe li navçê û dabînkirina ewlehiya Rejîma Siyonîstî ye.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî Rêberê mezine umeta îslamê îro sêşemê li destpêka dersa xwarica Fiqha xwe bal kişande ser kuştina xelkê bê gunehe Efxanistanê bi destê terorîstên DAIş`ê li van çend mehên vê dûmahîkê û destnîşan kir; Her ew destên ku terorîstên DAIŞ`ê şandine navwelatên wekî Sûriyê û Iraqê bona zolmkirina bi xelkê van welatan û cinayetên dijî xelkê Sûriyê û Iraqê, roja îro piştê işkesta van terorîstan li van du welatan, niha terorîstên DAIŞ`ê veguhestine Efxanistanê û kuştina xelkê Efxanistanê jî desthata van cure pîlanan e.

Rêberê mezine umeta îslamê ragihand ku ji bo terorîstên ku Amerîka piştevaniya wan dike, şîe û sunnî tu ferqek nake û ev terorîstana xelkê sivîl yên şîe û sunnî dikene hedefa êrişên xwe.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî  bal kişande ser viya ku siyaseta ewile Amerîka li navçê evaye ku gelên navçê hema mijûlî xwe bike û got: Amerîka bi dû viyaye ku ev navça xweçiyan nebîne loma dewlet û gelên navçê mijûlî xwe dike ta ku kes li fikra şerê dijî darê destê îstekbar li navçê yanî Rejîma Siyonîstî nebe.

Rêberê mezine umeta îslamê armanca dine Amerîka li neêminkirina navçê qanûnî nîşandana hizûra xwe li navçê daye zanîn û ragihand: amerîkî bi xwe sebebkarê serekeye neêminkirina Efxanistanê ne û hema kuştinên xelkê vî welatî yên ser navê mezheb ku ji 20 sal pêş heta niha destpê bûye jî destê Amerîka têda heye , çi raste rast û çi jî neraste rast û niha jî dixebitin carek din Efxanistanê neêmin bikin ta ku armancên xwe yên siyasî û abûrî ber bi pêş biben.

Rêberê mezine umeta îslamê ragihand: Leneta Xwedê ser îstekbar û kirêgirtiyên îstekbar û Rejîma cinayetkare siyonîstî û Amerîka ku wiha misilmanan dikujin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu