NûçeMirovê HejaSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Îmam Xamaneî: Filistîn mijareka giştî û cîhanî ye

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî di pişka dawîn a axiftina xwe da mesela Xezzê mijareka cîhanî da zanîn û got: Filistîn rojekê tenê mesela cîhana îslamê bû lê îro rojê meseleyeka giştî û cîhanî ye û heta ketiye nav Kongireya Amerîkayê, NY, Olempîk û hemû waran da jî.

Hezretê Ayetullah Xamineyî amajeyî jordaçûna berdewam a hêza Berxwedanê kir û got: Siyonîst bi hemû alîkariyên Amerîkayê û hin hikûmetên xayîn, nekarîne hêzên berxwedanê têk bibin û armanca ku ji bo kokbirkiirna Hemasê ragihandibûn, têk çûne û Hemas, Cîhada Îslamî û Berxwedan bi hêz û qaweteka tam li ber xwe didin. Rêberê giranqedr ê înqilaba Îslamî karê du rojan berî nika ya Kongireya Amerîkayê ya ku guhê xwe dane cinayetkarekî Siyonîst, lekeyeka şermê ya mezin da zanîn û pêgîrî kir: Divê cîhan li bara bûyera Xezzê biryareka cidî bide û hikûmet, netew û kesayetiyên siyasî û ramanwer, di warên curbicur da karekî bikin.

Başa dön tuşu