Serokê olî yê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Îmam Alî Xamaney li ser lehiya ku li bajarên kurdan û Eyaleta Kurdistanê ya Îranê peyamek weşand.
Îmam Alî Xamaney di peyama xwe de got, “Lehiyên li eyaletên bakurê rojavayê welêt pêk hatin bû sedem ku hinek welatî jiyana xwe dest bidin û trajediyeke bi êş bijîn. Divê sazî û dezgehên têkildar tavilê alîkariya wan kesên bi êş bikin û êş û kedera wan kêm bikin. Ji bo malbatên bi êş û şîngirtî sersaxiyê dixwazim û ji bo sebr û sikûnetê ji Xwedê re dia dikim.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)