CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdullahiyan: Trump dixebite şerê hundirî li nav Veneziolayê bê domandin

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî got: Trump bi dewama xwetêkeliyên di nav karûbarên hundirî yê Venezuelayê û istifadeya nebaş ji rewşa çêbûyî di nav vî welatî dixebite alozî û şerê hundirî li nav Veneziolayê da çê bike.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Husêyn Emîrebdullahiyan,  Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî,îro îniyê li tora xweya civakî nivîsî: Donald Trump serokkomarê Amerîka qet piştevaniya demokrasî û gotûbêja netewî li nav Venezuelayê nake û eva jî carek dinê siyasetên ducureye Amerîka û hevalbendên vî welatî nîşan dide.

Nicolas Maduro serokkomarê Venezuelayê Piştî ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump rêberê serhildayiyan Juan Guaido wek serokomarê berwext yê Venezuelayê bi fermî nas kir, biryara girtina navendên dîplomatîk ên Amerîkayê da û ragihand ku dîplomatên amerîkî 72 saetan mecal hene ku ji nav vî welatî derkevin.

Nearamî û alozî li Venezuelayê wê demê despê kir ku roja çarşemê Juan Guaido (Xuan) serokê wêdadayî yê Kongreya Neteweyî wek rêberê dijberên hikûmetê bêyî berçavgirtina hilbijartinan û bi piştgiriya rayedarên Waşîngtonê xwe wek serokomarê berwext yê Venezuelayê da nasandin.

Amerîkayê herwiha ji welatên Amerîkaya Latîn xwest ku Juan Guaido wek serokomarê berwext yê Venezuelayê bi fermî nas bikin. Waşîngtonê herwiha xwestiye ku guhertinên Venezuelayê li Konseya Ewlekariyê ya NY werin hilkolandin.

Hin welatên wekî Kanada, Brazîl, Paragua, Şîlî û Arjantînê piştgiriyê didin Juan Guaido, Lê belê welatên wek Mekzîka, Bolîviya, Kûba, Tirkiye, Çîn û Rûsya hikûmeta Maduro qanûnî dizanin.

Başa dön tuşu