ÎranNûçeRojhilatanavin

Îmam Xameneî cizaya hejmarek ji sûçkaran efû kir an sivik kir

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî pêşniyara efûkirin an sivikkirina cizaya hejmarek ji tawanbarên dadgehên giştî û inqilabê, dezgeha cezayên hikûmetî û sazîya dadweriyê ya hêzên çekdar ên Îranê qebûk kir.

Bereberê mebesa pêxemberê mezin ê Îslamê hezretê Muhemed(s), ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê li nameyekê bo rêberê giranqedr  ê Inqilaba Îslamî pêşniyara  efûkirin an sivikkirina cizaya 593 kes ji tawanbaran li komîsyona têkildarê vê meselê raber kiribû ku hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê inqilabê ew qebûl kir.

Sibê sêşem, 27 Receba 1438 H.Q, beramberê 25 Nîsana 2017`ê roja  Bêiseta pêxemberê mezin ê Îslamê hezretê Muhemed (S) e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu