AsyaCîhanErebîstanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Ceferî: Pergala Siûdî û Tirkiye bi awayekî bêmînak ji hêla pereyî û medyayî ve pişta terorîstan digirin

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêlxistina Neteweyên yekgirtî (NY) ragihand: Şam wê şerrê dijî terorîsmê û hewldana jibo çaresriya siyasî ya qeyrana vî welatî bi riya gotûbêja sûrî- sûrî û bêyî xwetêkilkirina biyaniyan û her cure pêşmercekê bidomîne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Bişar Ceferî, berêvariya çarşemiyê li axiftinekê li civîna Konseya Ewlehiyê bona hilkolandina rewşa Helebê, bal kişand ser piştgîriyên biyaniyan ji terorîstan û herwiha got: Azadiya zêde ji 80 hezar jarok û jinên li Helebê, tekez ji bernameyên Amerîka, Fransa û Ingilistanê ku îdia dikin ku sivîlên li Helebê diparêzin, nebûye.

Wî bal kişand ser hewldana hin welatên piştgirê terorîsmê û got: Nûnerên bereya terorîst a El Nusrê û komên ser bi wê, bi vê armancê welatan jibo civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê vexwendin ku bi vê riyê, bi piştgîriyên manewî û siyasî, wan rizgar bikin.

Wî bal kişand ser vê yekê ku Qeter her wekî ber li serê piştgirên terorîsmê ye û got: Pergala Siûdî û Tirkiye bi awayekî bêmînak ji hêla pereyî û medyayî ve pişta terorîstan digirin.

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY, herwiha got: Terorîst, sivîlan, wekî mertala mirovî bi kar tînin.

Wî got: Bi dehan kesên sivîl ên ku dil hebûn ji navçeyên di destê terorîstan de derkevin  û herin navçeyên di bin kontrola artêşa Sûriyê, bi destê komên ku welatên rojavayî wan, komên navînrê dide zanîn, hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu