IraqNûçeRojhilatanavin

Bajarek di bin ava bendava Mûsilê de hate dîtin

Bajarek di bin ava bendava Mûsilê de hate dîtin û hemwelatî behsa wê yekê dikin ku xelkê wê deverê bi biryara rejîma Beis ve hatine veguhestin.

Di torên civakî de hemwelatiyan hin wêne belav kirin ku di wan wêneyan de hejmarek xanî û dar û kevirên cîheke rûniştvaniyê diyar in, ku piştî daketina asta ava bendava Mûsilê derketine holê.

Beşek ji hemwelatiyan behsa wê yekê dikin ku ew cîh berê bajarokê Zummarê yê ser bi bajarê Şingalê bûye, ku di sala 1985ê de bi biryara rejîma Beis ve xelkê wê veguhestina Zummar a nû.

Başa dön tuşu