FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Îmam Xameneyî: Misilman serşûriya hevhatina bi Rejîma Siyonîstî qet tamul nakin

Di rûpela Rêberê mezin ê cîhana Îslamî Îmam Elî Xameneyî li Twitterê de derbarê lihevkirina hin rejîmên erebî bi Rejîma Siyonîstî re hatiye nivîsîn: Netewên misilman serşûrî û serberjêriya hevhatina bi Rejîma Siyonîstî qet tamul nakin.

Rûpela Twitterê ya Îmam Elî Xameneyî ev peyama şeva çûyî weşand û di dewamê de diyar kiriye:Her rejîma ku bi Rejîma dagirker a Siyonîstî re li paş maseya muzakireyê rûne bi hetim mewqiya wê di nav netewê wê de lawaz û sist dibe.

Di vê peyamê de desnîşan bûye: Amerîkî wer difikirin pirsgirêka navçê bi vî awayî dikarin çareser bikin, pir şaş difikirin.

Wezîrê derve yên Îmarat û Behreynê 15 Îlonê li Koşka Sipî bi beşdariya serokomarê Amerîka Donald Trump û serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu rêketinnama asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma siyonîstî re îmza kirin.

Duh jî taximekfermî ji Îmaratê bi serokatiya wezîrê aboriya vî welatî Ebdullah bin Tûq çû Filistîna Dagîrbûyî (Îsraîl).

Başa dön tuşu