IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Operasyona Rizgarkirina Mûsilê General Abdulemîr Yarullah li rojavayê Mûsilê 166 milîtanên terorîst ên DAIŞî hatin kuştin

General Abdulemîr Yarullah, di daxuyaniya xwe de ragihand ku şer û pevçûneke giran di navbera hêzên Iraqê û milîtanên terorîst ê DAIŞê de çêbû, balafirên şer ên hêzên koalîsyonê DAIŞ bombebaran kirin û di encamê de 166 milîtan hatin kuştin.

Herwiha fermandarê iraqî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku 4 cihên bi bombe, tankerek û 2 motorsiklêtên bombebarkirî hatine îmhekirin û 25 bombeyên çandî jî hatine pûçkirin.

Li gorî daxuyaniya Yarullah hêzên iraqî li navçeya Tel Eşane 5 wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞê îmha kirine. Ji aliyê din ve fermandar ragihand ku taxa Wadî Hecer heta niha sedî 70ê wê hatiye kontrolkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu