ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêwîstiya hişyarbûna li hemberî armancên perçekirinê yên Amerîka û Brîtanîyayê li navçê

Bi hezaran kes ji gelê bajarê Qomê di salroja serhildana 8`ê Çileya sala 1978`an û bereberê salroja wefata hezreta Fatimeya mesûme (S) îro ligel rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hezretê ayetulah uma Xamineyî hevdîtin pêk anîn.

Hezretê ayetulah uzma Xamineyî di vê hevdîtinê da bal kişand ser liv û tevgerên dijminan jibo têkbirina îqtidara netewî ya Komara îslamî ya Îran û hebûna dijminên sereke yên derveyî ne durişmek, belkî rastîyek li gorî bingehên bi belge da  zanîn.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha got ku dema wezîrê karên derve yê qaşo rûken ê Amerîkayê li nameya xatirxwestinê temîyê dide dewleta nû ku hûn heta dikarin ser Îranê da teng bigirin û boykotan biparêzin, ji ber ku bi tengirtinê mirov dikare serpişkîyê ji Îranê bistîne, gelo eva ne dijmin e?

Hezretê ayetulah uzma Xamineyî li bara dijminatîya Brîtanîyayê jî bi bîr xist ku koledar û kedxwarê pîr ê jikarketî, niha careka din hatîye navça Kendava Farsê ta ku bi saya welatên vê deverê berjewendîyên xwe bidest bixe. Lewma Brîtanîya li halekî ku xwe gefa rastî ye, idia dike ku Îran gef e. Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî pê bibîrxistina bûyerên dîrokî yên koledarîyê li navçê got ku ingilîsî li halê plandarêştin û birdayîna li bara welatên navçê û Îranê ne û yek ji armancên wan jî perçekirina Iraq, Sûrîye, Lîbya û Yemenê ye.

Gotinên îro yên rêberê giranqedir ê inqilaba islamî nîşana naskirina qatên veşartî yên planên zilhêzên serdestîxwaz li deverê ne ku bi dû perçekirina hin welatên navçê ne.Cihanîna planên perçekirina Lîbya, Iraq, Sûrîye û Yemenê û piştgirîya ji komên têrorîst beşeke vê armanca wan e. Amerîka û Brîtanîya hewl didin bi saya hêza nerm û meşandina bereyên hişyarîya islamî ber bi hereketên perçebûnxwazîyê bi alîkarîya komên têrorîst ên wek DAIŞ`ê, navçê ber bi cemserbûna di çarçova hereketên etnîkî, mezhebî û îdolojîk da ne. Armanca wan a yekem derxistina wan bereyên hişyarîya Îsalmî ji rêya sereke ya wan e. Armanca duyem a pergala serdest têkildarî vê komployê, cihanîna plan û mînaka perçekirina welatên navçê ye ta ku di rewşa nû da, nifûza xwe li navçê zêde bikin.

Cihanîna vê planê jibo armancên demdirêj ên Amerîkayê û zilhêzên mudaxilekir li navçê pêwîst e, ji ber ku heke wiha nebe deshilata wan yê ji ber hişyarîya islamî têk here. Lewma birêvebirên vê komployê, plana perçekirina welatên navçê wekî tenha rêya rizgarîya deverê ji kêşe û gêreyan didin zanînê. Alûgorên Sûrîyê di 5 salên vê dawîyê da, vê helwêst û sîyasetê bi aşkirayî nîşan didin. Bilî Sûrîyê, ev plana li Efganistan, Iraq û Lîbyayê jî hatîye cihanînê û li Yemenê jî ser vê yekê kar tê kirinê. Armanca dawîyê ya vê komployê avakirina welatên piçûk li navçê û dubarekriina pêvajoya dîrokî ya perçekirina welatên îslamî ye ku berî vîya encamên wê bi damezirandina Rêjîma Sîyonîst û awarebûna bi milyonan xelkê Filistînê û danîna sînorên sexte û nakokîyên mezhebî û firqeyî û qewmî aşkira bûn.

Niha jî hema ew zilhêzên serdestîxwaz bi dû cihanîna qonaxeke din a vê komploya şûm in. Tişta ku dikare li hemberî vê komployê bisekine û wê pûç bike, parastina hişyarîyê û naskirina zatê dijmin e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu