Îmam Xamineyî: Divê dezgeha dadwerî bi wêrekî edaletê pêk bîne

Îmam Seyîd Elî Xamineyî got: Divê dezgeha dadwerî bi wêrekî û bê alîgiriyê edaletê pêk bîne.
Îmam Xamineyî îro Şemiyê, di dema pêşwaziya komek ji berpirsên dadweriyê de, bi boneya salvegera şehadeta ayetullah Beheştî û 72 hevalên wî, got: Divê dezgeha dadwerî bi wêrekî û bêyî xema nêrîna kesên din, edaletê pêk bîne. Di heman demê de divê bi rengekî ku raya giştî bihesibîne ku desthilatdarî… Daraz ew e ku bi rastî edalet pêk tê.”
Îmam Xamineyî di hevdîtinê de bal kişande ser wê yekê ku ji bo 14 berbijêrên hilbijartinên serokomariya Îranê di televîzyonên Îranê de gotûbêj tên kirin û got: Bernameyên televîzyonî yên baş tên weşandin da ku xelk ji bîr û nêrînên namzedên cuda agahdar bibin. ”
Wî her wiha got, “Ez şîret li namzedan dikim ku di gotûbêjên xwe yên televizyonî de yan jî di daxuyaniyên xwe de tiştekî ku dijminê me kêfxweş bike nebêjin.”