ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Qeter: Em daxwazên Erebistana Siûdî red dikin

Wezîrê derve yê Qeterê aşkera kir, welatê wan hemû daxwaz û mercên Siûdiyê û hevpeymanên wê red dike.

Wezîrê derve yê Qeterê Mihemed Bin El Sanî duh 01.07.2017ê ragehand: ‘’Daxwaz û mercên Siûdîyê û hevpeymanên wan em red dikin’’ û got: ‘’Ew moleta wan daye ne ji bo dijatiya terorîzmê ye, bo derbe li serweriya Qeterê dane.’’

Siûdiye, Îmarat, Behrên û Misirê meha borî Qeter ji ber piştevaniya li terorîzmên tometbar kirin û herwaha wek alîgirê siyaseta Îranê li navçeyê destnîşan kirin û hemû peyvendiyên xwe yên dîplomatîk li gel Qeterê rawestandin.

Wan her çar welatan roja pêncşemê heftiya borî lîsteyek daxwaz û mercên ku ji 13 xalan pêkdihat pêşkeşî Qeterê kirin û daxwaz kirin ew 13 merc û daxwa di heyama deh rojan de bê qebûl kirin, heger nah rewşeke xiraptir divê bendewariyê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu