ÎranNûçeRojhilatanavin

Şopandina êrişa saybêrî ser navendên Îranê li dezgehên dadwerîyê

Evdilsemed Xuremabadî alîkarê dogerê giştî yê Îranê îro got: Vê dozgerîyê ji sazîya enerjîya atomî ya Îranê xwestîye ku bi hevdengîya tev wezareta karên derve dosîya êrişa saybêrî ser navendên navokî yên Îranê li dezgehên dadwerîyê yên navxweyî, derveyî û navnetewî hilêxe û bi awayekî cidî bişopîne.

Xuremabadî li bara daxwaza rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya şopandina êrişa çend salan berî niha ya saybêrî ya Staks Net`ê ser navendên navokî yên Îranê got: Divê jibo kes û kompanîyên ku ev vîrûsa amade û belav kirine ceza bê kifşkirinê.

Alîkarê dozgerê giştî yê Komara Islamî ya Îranê pêkutî kir ku heke zîyanek li navendîn navokî yên Îranê ketîye, dozgerîya giştî ya Îranê wek berevanê mafên giştî yê çavdêrîyê ser pêşvajoya şopandin û dabînkirina mafê pergala Komara Islamî li vê dosîyê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu