NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama opersyona artêşa Sûriyê li dijî terorîstan

Hêza hewayî ya Sûriyê êriş kir ser pêgeh û meqerên grûpa terorîstî ya Ceyş El-Fethê li derdora bakurê Hemayê.

Çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyê ragihand li encama êrişên hêza hewayî ya Sûriyê ser meqerên terorîstan li derdora bajarê Hemahê bi dehan terorîst hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Li gor nûçeyeke din artêşa Sûriyê li operasyonekê meqerên Feth ul Şamê li kempa El-Nazihînê û rojhilata riya El-Sedê li navça Dera El-Beledê îmha kir û hejmarek ji endamên terorîstî hatin kuştin.

Hêzên artêşa Sûriyê veşartgehên terorîstên bereya El-Nusreyê û grûpên ser bi wan li derdora bajarê El-Resenê a Himsê jî gullebaran kirin.

Li encama van êrişana hejmarek ji endamên  tekfîrî ji wan çend serkirdên  bereya El-Nusreyê hatin kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûn.

Telal Berazî waliyê Himsê jî bal kişand ser hewldana  hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê jibo azadkirina hin navçên derdora meydana Gazî El-Şairê li derdora rojhilata parêzgeha Himsê û diayr kir şerê artêşa Sûriyê li hember terorîstan li mêhwera rojhilata navça Şair û rojhilata  Ceb  El-Cerahê û El-Mesûdiyê didome.

Her wiha Ela Munîr Îbrahîm waliyê Rîf Şamê ragihand jibo tevlîkirina sê navçên giring Wadî Birdî, Heresta û Dumayê li vê parêzgehê li pêvajoya aşitiya tev dewleta Sûriyê nasiyar bi plana  aşitiya neteweyî muzakire kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu