NûçeÎranIraqRojhilatanavin

Îmam Xamineyî: “Xebata mezin a Şehîd Sulêymanî parastin, pêşxistin, pergalkirin û vejiyandina Bereya Berxwedanê bû”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî vejiyandina moraleke nû li Bereya Berxwedanê xebata gelekî berbiçav û bingehîn ji aliyê serdarê sipehbod, şehîd Qasim Sulêymanî va zanî û got: Serdarî bi xurtkirina Berxwedanê ji hêla madî, manewî û rûhî va, ev diyardeya mayînde û ber bi pêşketinê li hemberî Rejîma Siyonîst û bandora Amerîka û welatên din ên zorbêj parast, bi pergal kir û vejiyand.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Yekşemiyê di hevdîtina bi malbat û endamên Erkantiya Bibîranîna Serdar Sulêymanî da, gewahiya Seyid Hesen Nesrullah – wek mirovekî bêhempa – derbarê têkoşîna Serdar Sulêymanî, rêyeke gelekî baş ji bo têgihîştina girîngiya karê Serdar Sulêymanî di vejiyandina Berxwedanê da zanî.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi pêşketina filistîniyan di rûbirûbûna digel siyonîstan û destkeftên Berxwedanê li Iraq, Sûriye û Yemenê, got: Serdar Sulêymanî bi saya bikaranîna ezmûn û tecrubeyên serdema Berevaniya Pîroz (şerê sepandî yê heştsalî ji aliyê Iraqê dijî Îranê di dehsalhiya 1980î da) û şêwirîna digel hevrêyên xwe, Berxwedan bi palpiştiya li derfetên navxweyî yên heman welatan bihêz kir.

Wî her wiha rawestandina qeyrana mezin a DAIŞ’ê û jinavbirina gelek kok û bingehên wê ji xebatên Serdar Sulêymanî yên girîng zanî û got: Şehîd Sulêymanî di wê mijarê da jî ezmûneke baş derbas kir.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî sipasiya ji serdar Îsmaîl Qaanî, Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ji ber çalakiyên wî yên bi pesn û hêja, got: Pêkhateyên Berxwedanê xwe wek kûrahiya stratejîk a Komara Îslamî û baskên Îslamê dizanin û ev hereket yê di vê tûşê da berdewam be.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di beşeke din a axaftina xwe da pesndan û sipasiya gelanî ji Serdar Sulêymanî û beşdariya xweristî ya gel di rêûrismên cûr bi cûr ên rêzgirtin û bibîranîna wî da encama dilpakiya Serdar Sulêymanî zanî û got: Îsal jî weke salên berê beşdariya gel bi coş e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî tekeziya li ser pêwîstiya bibîranîna hemî şehîdan ku Serdar Sulêymanî jî yên herî nasyar e, got: Divê bi rêya bikaranîna hemî huneran ev şehîd û taybetmendiyên wî yên kesane û karî bên bibîrxistin.

Serdarê sipehbod Qasim Sulêymanî Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja 3ê Çileya 2020î di halekî da ku li ser vexwendina fermî ji aliyê rayedarên Iraqê va serdana vî welatî kiribû, hevrê digel Ebû Mehdî El-Muhendis Alîkarê Serokê Rêxistina Heşdi Şeibiyê û 8 hevrêyên xwe di encama êrîşa asimanî ya ji aliyê hêzên amerîkî yên destdirêjker û terorîst va li nêzikî balefirgeha Bexdayê şehîd bûn.

Başa dön tuşu