ÎranNûçeRojhilatanavin

Îmhakirina grûpeke çekdar yê li dij Înqilabê li rojava Îranê

Li gor ajansa Sipah Newsê, Serfermandarê hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilabê Serdar sertîp Muhemed Pakpûr duh got: Operasiyona li dij şerûûdên li dij Înqilabê ji sê rojên berê li devera Swewavayê despê kiribû ku nîvroja duşemê gihêşte encamê û kuta bû. di encama vê operasiyon her 11 endamên vê grûpa li dij Înqilabê hatin kuştin ku yek ji wan fermandarekî grûpa li dij Înqilabê bi navê Kawe Cewanmerd bû.

Serdar Pakpûr herwiha got ku gelek belge û çek û sîlahên vê grûpê jî ketin destê Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî.

Serfermandarê hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilabê herwiha desnîşan kir ku navçe bitûm li bin çavdêriya hêzên sipah e û her liv û tevgereke grûpên çekdar û terorîst bi lezgînî tê bersivdayînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu