FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Eskerên siyonîst filistînî binçav kirin

Eskerên rejîma siyonîstî îro 11 filistînî girtin.

 Li gorî rapora ajansa nûçan a filistînî ya Meayê, eskerên  siyonîst roja çarşemiyê 11 filistînî ji wan Omer El-Henbelî biryarê şehîd Muhemed El-Henbelî û Ebdulkerîm El-Qedeh hêsîrê azadbûyî yê filistînî li kêleka rojava ya çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî girtin. Muhemed Eyad Ewez çalakê medyayê yê filistînî got ku eskerên siyonîst êriş kirin ser mala wî li Beyt Emrê û mala çend filsitîniyên din û ji ser  birca zêrevaniyê li vê bajarokê filistîniyan dişopîne û têxe binçavan.

Eyad Ewez tekez kir ku eskerên siyonîst welatî û trimbêlên wan radiwestînin û filistîniyan neçar dikin ku bikevin nav birca zêrevaniyê û efserên siyonîst yên di nava bircê  ji wan lêpirsînê dikin.

Dagirkirên siyonîst li bara hilbijartinên pêşerojê berbijarên  hilbijartinê rola malbatan li hilbijartinê û rewşa aborî ji filistîniyan jêpirsiyê dikin.

Xelkê Filistînê ji destpêka damezrandina rejîma  li dijî mirovahiyê ya siyonîstî berdewam ketine ber siasyetên  nijadperestane yên vê rejîmê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu