ÎranNûçeRojhilatanavin

3 sebebkarên şehîdkirina Pasdarê xelkê Çaldiranê hatin girtinê

Qayimeqamê Çaldiranê li bakura Parêzgeha Azerbaycana Rojava got: 3 sebebkarên şehîdkirina Pasdarê xelkê Çaldiranê hatin girtinê.

Qayimeqamê Çaldiranê Hesen Mihemedzade li koma nûçegîhanan herwiha got: Şehîd Ibrahîm Axûndzade şeva buhurî di encama pevçûna digel şerûtan li devera sînorî ya Çaldiranê hat şehîdkirinê û bikirên vê têrorê hatin girtinê.

Wî herwiha got: Kesên hatine girtinê ser bi PJAK`ê wekî komeke dijî Inqilaba Islamî ne û jibo hilkolandina zêdetir radestî Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî hatin kirinê.

Meytê şehîd Axûndzade sibê Pêncşemê yê bi merasimekê li şarê Çaldiranê were definkirinê.

Başa dön tuşu