Elî Ekber Salihî Serokê Saiya Enirjiya Atomê ya Îranê îro şemiyê piştî îmzakirina rêketinnama hevkariya tev Saziya Piroja cîhanî a helandina navokî (ITER) bi hizûra Bernard Bigot birêveberê giştî yê vê pirojê , hêviya xwe daye diyarkirin ku heta kutahiya îsal Îran hema bi fermî bibe endamê vê saziyê.
Salihî li Press Koneransa hevpar tev Bernard Bigot destnîşan kir; Ev seneda hevkariya navbera Îranê û saziya Piroja helandina navokî li vê barê ye ku her cure hevkariyek di navbera du aliyan da pêwîste ku sirrî û veşartî bimîne û her du aliyan jî ev yeka qebûl kirine.
Salihî bal kişande ser girîngiya Piroja helandina navokî ya (ITER) û got: Ev piroja dê li bin çavdêriya alîkarî zanistî û IT`ya serokkomariya Îranê birêve biçe.
Salihî bal kişande ser viya ku li vê pirojê dê zanayên îranî jî pişkdar bin.
Bernard Bigot jî li vê hevdîtinê got: Komara islamî ya Îranê wekî welatekî pêşketî li babeta teknolojiya navokî dikare hevkariyekî baş tev saziya helandina navokî hebe.
Wî herwisa bal kişande ser tecruba kûr a Îranê li babeta teknolojiya navokî û helandina navokî û ragihand ku hevkariya du alî dê berfireh bibe û proja ITER ji projên nojen û girîng li bara helandina navokî ye ku hemû welatên xwedanê vê teknolojiyê dikarin bibin endamê vê pirojê.
Bernard Bigot ser dewta Elî Ekber Salihî serokê saziya Enirjiya atomê ya Îranê tev taximekî derece bilind seredana Têhranê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)