ÎranNûçeRojhilatanavin

Îmzabûna girêbesta Îranê tev Boeing`ê desthata gotûbêjên baş e

Baylozê Îranê li Londonê Îmzabûna girêbesta Îranê tev Boeing`ê bona kirrîna 80 firokan li rewşa îro desthata gotûbêjên baş û serketî yên Komara Îslamî ya Îranê da zanîn.

Kompaniya firokevaniya Irann Air`a Îranê û Boeing`a Amerîka roja yekşemê girêbestek bi hevra li Têhranê îmza kirin ku li gorî vê girêbestê Îran 80 firokên Boeing`ê ji vê kompaniya amerîkî dê bikirre.

Bihaya vê girêbestê 16 milyard û 600 milyon dolarî ye û qirar e ku Îran 50 firokên 737 yên Max 8, Panzdeh firokên 777 yên 300 ER û 15 firokên 777 x dê ji Amerîkayê bikirre.

Eva yekem girêbesta tecarî ya di navbera Îranê û Amerîka li 40 salên bihurî da ye.

Hemîd Beyîdînijad baylozê Îranê li Londonê li rûpela xwe civakî ya Instagram`ê bal kişande ser vê girêbestê û nivîsî; Ev girêbesta desthata çend meh gotûbêj di navbera Îranê û Amerîkayê da ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu