ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îmzabûna rêketinnama hevkariya sînorî di navbera Îranê û Iraqê

Fermandarê leşkerê yekem a sînorvaniya Iraqê ji îmzabûna rêketinnama hevkariyê di navbera vî welatî û Komara Îslamî ya Îranê bona kontrolkirina sînorên her du welatan xeber da.

Şîko Ebdullah fermandarê leşkerê yekem a sînorvaniya Iraqê duh pêncşemê bal kişande ser civîna hevpar tev fermandarê sînorvaniya parêzgeha Azerbaycana Rojava û got: Li vê civînê rêketinnama hevkariyê bona sekinîna li hemberî qaçaxê û pêgîriya rewşa çofirên ku li sînorên du welatan dixebitin hate îmzakirin.

Şîko Ebdullah destnîşan kir; sînorvaniyên Iraq û Îranê her 6 mehan carê civînên hevpar datînin ta ku biryarên pêwîst bi hevra bigrin û li bara rewşa sînorî ya navbera her du welatan bi hevra biaxivin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu